ê?

By Serhado

On Ax

Released on September 4, 2020

Thumbnail

Tu êdî kalî wa tu mayî paş! Ê?

Tu hê jî dimeşî ser riya şaş! Ê?

Bi herkesî re dikevî nav nîqaş! Ê?

Dibêjim dev jê berde herî baş! Ê?

Tu tiştek nizanî..

Hê jî diaxifî

Tu tiştek nadî..

Hê jî dixwazî

Tiştekî nakî..

Dixwazî bibî tiştekî

Tu herkesî dibînî

Lê tu xwe nabînî

Dikevî nav her gû yî

Çirr çirra mêş

Difikire ez mirime

Ji ber xwe nadim pêş

Tim berçava

Xwe vedişêrim ji wênekêş

Ez jî mirov im bi dilê kul û êş

Bi qencî xirabî

Herkes tê ser te diaxife

(Xweşik e! Ne xweşik e!

Çi qelewe! çi zeyîfe!)

Ji te re çi ye?

Qey tê werî min bixwazî?

Benîştê devê xelkê

Kê halê min pirsiye?

Çawa me, Rewşa mi çi ye?

Xema kî ye?

(Em wêneyek bigrin

De bibînin min te dî ye!)

Ji te re sekinî me..

Ez heykel im û xilas

Merheba ji te re jî

Ez başim spas

Herî baş bo min?

An herî baş bo te?

Pêşî bibe heval

Îda bide bistêne

Tu yekî baş nas nekê

Heneka neke

Bi tiştên beredayî

Dema min xerc neke

Qey serê min li ser masa te ye?

Ma nan û mast e?

Tu ne dimsî na

Xwe nexe nav de

Te xwendiye bihîstiye

Ji te we ye ku rast e?

Kê şagirt e?

Herkes bû ye mamoste

Rexne be serçava

Lê li qisûra negere

Şîreta ku pêş nexê

Nebêje çêtire

(Ka vê bike! Ka wê bike!

Ka stranek bêje lo!

Tu wekidî ne lazim î

Tu bistrê Serhado!)

Haho..

Wele jiyan ji te re xweş e

Ji xwe re rûniştiye

Ji min re dibêje bimeşe

Ez bêjim ev spî ye

Tê bêjî reş e

Dinya mezin e

Tu dendikê zebeşa

Ez tovek diçînim

Kes nabêje qewet be

Lê herkes tê

Wexta fekî dide

Dara min dibîne

Tê kevirê xwe tavêje

Fêm nake çi dibêjim

Vê min bîne rê!?

Ser riya min bijartî

Pêşiya min disekne

Ez dimeşim bi bawerî

Kê biseknê vê bikevê

Nikarim bi zorê

Xwe bidim hez kirin..

Ezê rastiya xwe bêjim

Bila ji min nefret bikin

Ba misilmana kafirim

Ba êzîdiya misilman

Kê bi kîjan çavî girtiye pîvan?

Rastiya te rastiya min

Nake yek encam

Ez ez im..

Min nexê nav nexşeke temam!

Civakekî azad ji şexsekî ferztir e

Huner..

Ji hunermendan mezintir e

Herkes karê xwe dike

Tu jî li yê xwe binêre

Dora me tije dijmin e

We çi ji min e?

Yê go karê xwe dike bê ê..

Yê pêşî li xwe dinêre bê ê..

Yê ji birayê xwe re dixwaze bê ê..

Yê jê nehesidê bê ê..

Yê ser rêka xwe be bê ê..

Yê tepsika xwe dinêrê bê ê..

Yê hê ser piya be bê ê..

Yê spasdarê bê ê..

Yê ku hez ji xwe dike bê ê..

Yê ber xwe dide bê ê..

Yê nekevê pey peyva bê ê..

Yê bê hesab nêz bibe bê ê..

Yê hevalê baş be bê ê..

Yê ji fesadiya aciz be bê ê..

Yê li bûyera nagere bê ê..

Kê çi bêje bê ê.. Ê!